Li Xarpêtê erdhejeke mezin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê erdhejeke bi hêza 4,7 pileyan rû da.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku navenda erdhejê Xarpêt e.

Li gorî AFADê, erdhejê demjimêr 03:25an rû daye û hêza wê 4,7 pile bûye.

AFADê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 18 kîlometre ye.

Erdhej li Xarpêtê bû sedema tirsê û hinek kes ji malên xwe derketine.

Parêzgariya Xarpêtê jî daxuyaniyek da û tê de ragihand ku piştî erdhejê ti îxbareke xesarê nehatiye kirin.