Li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê berf barî; rêyên 95 gundan qut bûn

30-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku zêdeyî hefteyekê ye bihar dest pê kiriye, lê li parêzgehên Sêwaz, Qers, Erzerom, Erdexan û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê îro berf barî.

Pêleke nû ya sirê û barîna berfê beşeke bajarên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe.

Li gor agahiyan, îro bi kêmanî li pênc parêzgehên Sêwaz, Qers, Erzerom, Erdexan û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê berf bariye.

Li parêzgeha Sêwasê ji ber rêjeyeke zêde berf bariye, rêyên 95 gundan qut bûne.

Tîmên paqijkirina rêyan, li wan parêzgehan dest bi paqijkirina rêyan kirine. Herwiha li Sêwazê tîmên taybet dest bi vekirina rêyên gundan kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst