Gallup: Gelê Iraqê di warê refahê de û gelê Herêma Kurdistanê di warê ewlehiyê de rehettir e
Hewlêr (Rûdaw) - Rapirsiya dawîn a Kompanyaya Gallupê nîşan dide ku di 15 salên borî de cudahiyên di navbera gelê Herêma Kurdistanê û Iraqê de di warê aborî û refahê de kêm bûne û dibêje "Di warê aborî de niha xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir dişibin hev." Di demekê de ku berî 15 salan, xelkê Herêma Kurdistanê di warê debara jiyanê de rehettir bûn, lê vêga yên ku debara jiyana xwe wek "nebaş" binav dikin du qat zêde bûne, di demekê de ku li Iraqê heta nîvî kêm bûne.
Yên ku niha li hember debara jiyana xwe li Iraqê rehet in ji %72ê xelkê ne, di demekê de ku bi tenê ji %45ê şêniyên Herêma Kurdistanê rehet in.
Wek rapirsî nîşan dide, di heyama 15 salên borî de, rêjeya kesên ku bi debara jiyana xwe li Herêma Kurdistanê rehet in ji %8 kêm bûye, lê li Iraqê ji %24 zêde bûye.
Rapirsî diyar dike ku ewlehî li Herêma Kurdistanê li gor Iraqê di asteke pir bilindtir de ye û hestkirina bi ewlehiyê tê de mîna welatên kendavê ye ku rêya tawanê li wan nizm e.
Şirketa Gallupê bo şirove û şêwirê ku navenda wê li Washingtona paytexta Amerîka ye û yek ji saziyên diyar ên cîhanê ye bo pêkanîna rapirsiyan, roja çarşemê 29.03.2023 di raporekê de encamên rapirsiyeke nû ku tê de Herêma Kurdistanê û Iraqê di nava 15 salan de daye ber hev, weşand.
Gallup di beşeke din a rapora xwe de dibêje, Herêma Kurdistanê yek ji baştirîn deverên tevaya Rojhilata Navîn e ji bo hindikahiyên olî û etnîkî, ku xelkê wê bawer dikin bajar û navçeyên wan ji bo hindikayiyan guncav in. Her wisa li tevaya Rojhilata Navîn alîgirtirîn pêkhateya siyasyî ya Amerîka ye.
Rapirsî salên 2008 û 2022 li Herêma Kurdistanê û beşên din ên Iraqê, di warên ewlehî, aborî, refah û geşepêdanê de dide ber hev.
Gallupê mijara xwe di malpera xwe de, bi serenavê (Jiyan li Kurdistanê, çîroka du şeran) belav kir.
Gallup dide zanîn ku şerê 2003 du çîrokên pir cuda bûn li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Li hêlekê ew şer bû sedema paşketina aborî û wêraniya beşekê ji Iraqê, lê li Herêma Kurdistanê bû sedema xweşjiyanî û geşbûna aborî.
Gallup dibêje, ji bo nêzîkî pênc milyon kesên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, şerê Iraqê li sala 2003 bi serkirdatiya Amerîka li gor başûrê Iraqê bi roleke cihê rabû. Li şûna hilweşîna aborî, şer bû sedema geşbûna aborî. Li şûna bêîstîqrariyê jî, partiyên siyasî yên Kurd ên nakok nêzî hev kir.
Gallup diyar dike ku berevajî başûrê Iraqê, li Herêma Kurdistanê şer nîyet û hestekî baş li hember Amerîka afirand ku heta îro jî berdewam dike. Di dawiya sala 2022an de, nêzîkî çar ji her pênc kesên gihaştî li Herêma Kurdistanê, ango ji sedî 79ê xelkê, gotine ku ew serkirdatiya Amerîkayê qebûl dikin. Ev jî Herêma Kurdistanê dike alîgirtirîn qewareya siyasî li Rojhilata Navîn bo Amerîka (Pro America), ne tenê di vê serdemê de, lê di hemû serdeman de. Tew ji Îsraîla ku hevalbenda dîrokî ya Amerîkayê ye zêdetir. Li Îsraîlê, tenê ji sedî 67ê xelkê wê li salên 2017 û 2018 Amerîka qebûl dikir. Berevajî vê, li beşên din ên Iraqê, tenê ji sedî 28ê şêniyan serokatiya Amerîkayê dipejirînin.
Ji tirsa şer dûr, piraniya şêniyên Herêma Kurdistanê hest bi ewlekariyê dikin
Gallup tîne zimên ku ji Şerê Kendavê ve, kiryarên Amerîka li bakurê Iraqê, jêderên navxwe û derveyî yên bêîstîqrariyê sînordar kir. Bi rêya xurtkirina otonomiya Kurdistanê û alîkarîkirina ji bo danîna bingehekê bo wê ewlekarî û pêşketina ku îro li Kurdistanê heye.
Her wisa radigihîne ku ji 2003 ve hêzên ewlekarî yên Kurd bi başî karîne sînorên xwe yên li gel beşên din ên Îraqê kontrol bikin û bi awayekî bibandor bi gefên terorê re tevbigerin. Vê yekê ew ji pirîska nakokiyên ku pêsîra Iraqê girtibûn, dûr dixist. Di sala 2008an de, 56% ji niştecihên Herêma Kurdistana Iraqê digotin ku hest bi ewlehiyê dikin gava bi şev bi tenê li bajarên xwe dimeşin. Ev jî bi 13 xalan ji deverên din ên Iraqê bilindtir bû.
Li sala 2022an, nêzî 9 kesan ji her 10 kesên gihaştî li Herêma Kurdistanê, ango 88% ji xelkê, dibêjin ku ew hest bi ewlehiyê dikin dema ku bi şev bi tenê dimeşin. Ev hest dişibe hesta ku li welatên Kendavê heye ku rêjeya tawanan li wan kêm e. Her wiha ji rêjeya Iraqê ku tenê %72 ye pir zêdetir e.
Herêma Kurdistanê, sitargehek bo hindikahiyên îzolekirî li Iraqê
Gallup di rapora xwe de dibêje, di demekê de ku piraniya deverên din ên Iraqê yan li hember dagîrkeriya Amerîkayê li ber xwe dan an jî bi temamî xuşiyan nav nakokiyên navxweyî yên mezhebî, ewlehî û aramiya rêjeyî ku li Herêma Kurdistanê heye awareyên navxwe yên Iraqê û kêmîneyên veqetandî li deverên din ên Iraqê rakişand, bi taybetî Xiristiyanên ku piraniya wan Aşûrî ne û heyamekê berî şer hejmara wan wek milyonek û 500 hezar kesî dihat texmînkirin, vêga bi tenê 200 hezar kes ji wan li welat mane ku nêzîkî nîvê wan li Herêma Kurdistanê dijîn. Her wekî rengvedana ku Herêma Kurdistanê bûye penagehek ji bo kêmîneyên iraqî, %84 ji xelkê ku li deverên di bin kontrola hikûmeta Herêma Kurdistanê de dijîn, dibêjin bajar û deverên wan ji bo kêmîneyan cihên baş in. ev hejmar pir zêdetir e ji deverên din ên Iraqê ku tenê ji sedî 59ê xelkê dibêjin ku bajar û navçeyên wan ji bo hindikayiyan cihên baş in, her wisa bi asteke pir çêtir jî ji hemû deverên din ên Rojhilata Navîn bilindtir e ku Gallupê heman pirs li wan kir.
Guncaviya bajar û bajarokan ji bo hindikayiyan
Rapora Gallupê destnîşan dike ku aramî û nêrîna erênî li hember Rojavayê kir ku Herêma Kurdistanê li gor beşên din ên Iraqê jîngeheke balkêştir be bo hilberînê, lê di demekê de ku li Hewlêr û Silêmaniyê avahiyên pir bilind û projeyên mezin ên xaniyan derketine holê, nihêrtina aborî nîşan dide ku rewşa aborî ya niştecihên Herêma Kurdistanê mîna Iraqiyên din e.
Di sala 2022an de, du kes ji her sê kesan ji niştecihên Herêma Kurdistanê, ango rêjeya ji sedî 66ê digotin ku demeke xirab e ji bo dîtina kar. Ev yek dişibe beşên din ên Iraqê, ku rêjeya heman pirsê %65 e.
Her wisa kesên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, li ser debara jiyana xwe kêmtir rehet in, li gor kesên ku li deverên din ên Iraqê dijîn. Rêje li Herêma Kurdistanê %45 û li deverên din jî %72 ye.
Di demekê de ku debara jiyanê li Iraqê piştî derbasbûna ji çend dehsaliyên hevrikiyê çêtir bû, Herêma Kurdistanê bi rengekê xuya dike ku qurbaniya pêşbîniyên mezin û bilind be û niştecihên wê wer dibînin ku derfetên wan ên aborî kêm dibin.
Di sala 2008 de, tenê %9ê xelkê Herêma Kurdistanê rewşa debara jiyana xwe wek "neqenc" dihesibandin, ev jî gelekî kêmtir bû ji niştecihên beşên din ên Iraqê, ku 34% wan rewşa debara jiyana xwe wek "neqenc" dihesibandin, lê li sala 2022an, li Herêma Kurdistanê ev rêje hema hema du qatan zêde bûye û kesên ku rewşa debara jiyana xwe wek "neqenc" dihesibînin 16% e, ev rêje jî nêzî beşên din ên Iraqê ye ku 18% e.
"Xeta dawî"
Di dawiya raporê de Gallup dibêje, 20 salan piştî şerê Iraqê bi pêşengiya Amerîka, Herêma Kurdistanê bi temamî awayekî din ê şer ceriband. Teqînên xwekujî, xwînrijandina mezhebî û siyaseta hilgeriyayî di rojên herî tarî yên welêt de li Bexdayê pir belav bû, lê ev bûyer li Herêma Kurdistanê zêde belav nebûn.
Hevpariya xurt a Amerîka û yekîtiya Kurdan ku carinan lerzok e, garantî kir ku herêm wek navendeke ewle bimîne. Lê dîsa jî destkeftiyên wê yên siyasî û aborî hîna di bin ceribînê de ne.
Gallup dibêje ku komikên çekdarên şîî, şaneyên DAIŞê û Îranê ji 2017an ve tevan êrîşî hêz û deverên kurdan kir. Di heman demê de, nerazîbûna aborî ji ber xizmetguzariyên giştî yên ne pêbawer, bêkarî û gendeliya darîçav zêde dibe.
Daneyên Gallupê di 15 salên borî de qala çîroka du şeran dike, yek jê ku ewlehî û debara xweş tê de ziyaneke mezin dîtin ji 2003 û vir ve (Iraq), yeka din ku tê de ewlehiyê jiyaneke baştir da xelkê (Herêma Kurdistanê).
Gallup li dawî dibêje ku amarên vê dawiyê nîşan didin ku dibe ku ev serdem li Iraqê bi dawî bibe, di demekê de ku ezmûna aborî û xweşjiyana iraqiyan zêdetir dişibin hev.