Jina ku 2 zarok û hevjînê xwe di erdhejê de ji dest dane li nexweşxanyê zanî ku dûcanî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, jina ku 2 zarok û hevjînê xwe di erdhejê de ji dest dane li nexweşxanyê zanî ku dûcanî ye.

Rubeyda Keçecî qurbaniyeke erdheja 6ê Sibatê ye li parêzgeha Mereşê. Hevjîn û 2 zarokên wê di bin kavilan de canên xwe ji dest dan.

Ew û kurê xwe yê 5 salî Aras jî di roja pencemîn de bi birîndarî  hatin rizgarkirin.

Piştî erdhejê difikirî ku tenê ew û kurê xwe li cîhanê mane, lê li nexweşxaneyê zanî ku dûcanî ye û kesek din jî bi wan re maye.

Rubeyda Keçecî dibêje: “Kurek û keçek min hebû. Kurê min 9 salî û keça min jî 8 salî bû. Piştî erdhejê min zanî ku ez dûcanî me.Ez niha bi sê mehan dûcanî me. Ez dibêjim ev mûcîzeyeke xwedê ye bo min. Du zarokên min ji min stendin, lê piştre ji bo ku ez sebra xwe pê bînim zarokek din da min.”

Di dema erdhejê de hevjînê wê xwe ji bo Rubeyda, kurê wê û pitika di zikê wê  de dike  mertal daku rizgar bibin.

5 rojan termê hevjînê wê li ser singa wê dimîne heta ku tîmên rizgarkirinê xwe digihînin hawara wan.

Qurbaniya erdhejê, Rubeyda Keçecî behsa ketina xwe û malbata xwe bo bin kavilên malê û awayê rizgarbûna xwe û kurê xwe dike û dibêje: “Tenê ev zarokê min rizgar bû. Dema hevjînê min xwe avêt ser me daku me biparêze hemû kolon bi ser wî de hilweşiyan. Dibe ku piştî erdhejê rojekê li jiyanê mabe. Piştre zarokên min li odeya din bûn, me nikarî xwe bigihînin wan. Em jî di roja 5emîn de hatin rizgarkirin. Min pênc rojan hêviya xwe ji dest neda û li bendê mam ku me rizgar bikin. Ez pênc rojan bi termê hevjînê xwe re mam. Termê wî li ser vê dera min bû.”

Erdheja 6ê Sibatê wek Rubeydayê bi deh hezaran kes ji ezîzên wan kirin, lê ew dibêje jiyan bi awayekî berdewam e û di temenê xwe yê 29 salî de li aliyekê bi kurê xwe re şerê mana jiyanê dike, li aliyê din jî bi kelacan li benda hembêzkirina pitika xwe ya nû ye.