PDK û YNK dê têkildarî hilbijartinan bicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Biryare hefteya bê, şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser pirsa hilbijartinan bicivin.

Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 18ê Mijdara îsal wek roja hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê destnîşan kir, PDK û YNK dê ji bo gotûbêjkirina mijara hilbijartinan bicivin.

Serokê Fraksiyona YNKê, Ziyad Cebar ji Rûdawê re ragihand, di civîna li gel PDKê de, ew dixwazin li ser "cudahiyan" li hev bikin.

Berpirsê Beşa Yasayî ya Dezgeha Hilbijartinan a PDKê, Hawar Mihemed jî ji Rûdawê re got, ew amade ne bi YNKê re bicivin û diyar jî kir, ku ti pirsgirêkeke wan bi YNKê û ti aliyekî din re nîne.

Endamekî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê jî ragihand, tê pêşbînîkirin ku komîsyon di meha Nîsana îsal de bi pêkhatekeyeke nû were aktîfkirin.

Komîteya Aktîvkirina Komîsyona Hilbijartinan duh yekemîn civîna xwe lidar xist, û biryar da ku ji 5 heya 15ê Nîsanê deriyê xweberbijêrkirinê bo encûmena komisyaran veke.