Çekdarên li Efrînê gefan li welatiyên resen dixwin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê careke din dest bi gef û girtina welatiyên Kurd li herêma Efrînê kirine. Di çend rojên borî de, çend welatî hatine girtin an jî hatine tehdîdkirin.

Piştî bidawîhatina xwepêşandan û greva protestokirinê li dijî komkujiya Cindirsê, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê dest bi hilmeteke gef û girtinê li welatiyên Kurd ên herêma Efrînê kiriye. Polîsên serbazî yên Efrînê, bi fermandariya Ehmed Gebso welatiyek kurd ji nav bajarê Efrînê girtine.

Li gor Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, Selah Celo yê ji gundê Dîkê yê nahiyeya Raco temenê wî 40 sal e, li Efrînê berber e û roja Çarşemê 29 Adara 2023yan hatiye girtin

Fadil Mihemed ku, xelkê Cindirêsê ye û ji nêzîk ve rewşa navçeyê dişopîne, ji Rûdawê re got, grûpên çekdar hewl didin tirsê li nav nişteciyên herêmê belav bikin.

Çalakvan Fadil Mihemed dibêje: “Grûpên çekdar li Efrînê di nav xelkê de tirsê belav dikin. Çekdar ne tenê li Efrîn û Cindirêsê herwiha li navçeyên din jî gefan li welatiyan dixwin. Dibêjin eger hûn beşdarî xwepêşandanan bibin hûn dê bêne girtin û kuştin. Em banga aliyên navnetewî yên peywendîdar dikin ku rê li ber vê yekê bigirin.”

Mistefa Şêxo, ku yek ji belgekerên binpêkirinan li herêma Efrînê ye, ji Rûdawê re çend haletên girtinê aşkere kirin.

Çalakvan Şêxo got: “Duh Selah Celo li gundê Dîkê hat girtin û Îbrahîm Omer Reşo yê 18 salî li Cindirêsê hat girtin û gelek tehda hat girtin. Keçek bi navê Dîcle bi zorê xwe ji destên wan rigar kir. Roj bi roj girtin zêde dibin.”

Piştî komkujiya Cindirêsê, bi hezaran Efrînî li pêş mala qurbaniyan ketibûn girevê û bi yek dengî daxwaza sizadana kujeran û derxistina grûpên çekdar ji herêma Efrînê kiribûn.