Bo herêma erdhejê hişyariya ba û bahozê hat dayîn

30-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasî ya Tirkiyê bo herêma edhejê ku 11 parêzgehan li xwe digre hişyariya ba û bahozê da.

Rêveberiya Saziya Keşnasî ya Tirkiyê 30ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê fermî ragihand ku dê roja Înê 31ê Adarê li 11 parêzgehên herêma erdhejê ba û bahoz çêbibe û divê li gor vê yekê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gor daxuyaniya Saziya navborî bi taybet li parêzgehên Mereş, Hatay, Semsûr, Edene, Dîlok, Meletî û Xarpêtê roja Înê dê bayekî bihêz çêbibe û bide sedema bahozê. Herwiha hişyarî hatiye dayîn ku li beramber zehmetiyên di çûnûhatinê de û firîna çadiran tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berf, baran û şilope dibare û egera rabûna lehiyê û ba û bahozê berdewam e.

Li parêzgehên Mûş, Erzîngan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê û parezgehên Nevşehir, Manisa, Yozgat, Gumuşhane, Bayburt û Orduyê yên Tirkiyê, 30ê Adarê ji ber berf, baran û bahozê dibistan bo rojekê hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst