Îsraîlê êrîşî nêzîkî Şamê kir; du leşkerên Sûriyê birîndar bûn

30-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serê sibeha îro artêşa Îsraîlê, bi mûşekan êrîşî xalên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê li derdora Şamê kir.

Ew êrîş li çend xalên serbazî li derdora Şamê hatine kirin, çavkaniyên serbazî yên hikûmeta Sûriyê ji ajansa fermî ya wî welatî SANA re ragihandine, di encama êrîşa vê carê de 2 serbazên Sûrî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Sûriyê jî derbarê êrîşê de ragihandiye, “Îro saet 01:20ê sibê (10:20 GMT) Îsraîla dijmin bi hejmareke mûşekan êrîşeke asmanî ji Golana Sûriyê ya dagirkirî pêk anî û hin nuqteyên li derdora bajarê Şamê kirine hedef.”

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Sûriyê, di encama êrîşê de 2 serbaz birîndar bûne û zirarên maddî gihîştine cihê êrîşê û derdora wê.

Wezareta Berevaniya Sûriyê herwiha îdia kiriye ku çend mûşekên Îsraîlî ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya wî welatî ve hatine xistin.

Hefteya borî firokexaneya navdewletî ya Helebê li bakurê Sûriyê rastî bombebarana duyem a Îsraîlê di meha Adarê de hat. Li gorî Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, di wê êrîşê de depoyeke çekan a komên ser bi Tehranê ve hat armanckirin, ku bû sedem Balafirxaneya Helebê bo du rojan ji kar bikeve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst