Galeriya wêneyan

30-03-2023
16 Photos
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî

Xilmeta Mehsera Zeytê merasîmeke salane ya Kurdên Êzidî ji bo berhemanîna zeyta zeytûnê bi awayê kevn e û jin û zilam têde beşdar dibin.

Her sal di dawiya meha Adarê de yan destpêka meha Nîsanê de, ew merasîma Kurdên Êzidî li Perestgeha Lalişê li navçeya Şêxan a parêzgeha Duhokê tê lidarxistin.

Jin û keç zeytûnan paqij dikin û amade dikin, zilam jî wan zeytûnan dikin zeyt.

Ew merasîm li cem Kurdên Êzidî pîroz e, çimku zeyta zeytûnan ji bo pêxistina çirayên Perestgeha Lalişê tê bikaranîn.