Li Erzerom û Qersê rêya 87 gund û mezrayan girtî ye

30-03-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Erzerom Qers Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzerom û Qersê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê hêj jî rêya 87 gund û mezrayan girtî ye.

Li Erzeromê di heftiyên dawî de ji ber barîna berfa zêde rêya 77 gund û mezrayan hat girtin.

Herwiha kar û xebatên vekirina rêyan ji aliyê tîmên şaredariyê ve berdewam in.

Di heman demê de li parêzgeha Qersê jî rêya 10 gundan hatiye girtin.

Li vî bajarî jî tîmên taybet ên paqijkirina rêyan hewl didin rêyên girtî vekin.

Tevî ku demsala biharê dest pê kiriye û 9 roj di ser Newrozê re derbas bûne, lê belê di çend rojên bihorî de pêleke nû ya barîna berfê Bakurê Kurdistanê da ber xwe û li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê berf barî.

Barîna berfê bandor li jiyana welatiyan kiriye û li cihên ku berf lê barî rêyên gelek gundan hatin girtin ku paşê ji aliyê tîmên taybet ve hatin vekirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst