Li Koye qeza; 5 basketbolvanan jiyana xwe ji dest dan

30-03-2022
RÛDAW
Nîşan Basketbolvan Koye Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di bûyereke trafîkê de li nêzikî Koye 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên jiyana xwe ji dest dane lîstikvanên basketbolê bûn.

Rêveberê Hatûçûya Koye Karwan Mecîd Mîrxan ji Rûdawê re ragihand, îşev demjimêr 19.30 bûyereke trafîkê li nêzikî Koye rû da.

Karwan Mecîd Mîrxan ragihand, di encama bûyera trafîkê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan ku li gor gotina wî, ew ên jiyana xwe ji dest dane lîstikvanên basketbolê ne û di dema vegerê de bo Hewlêrê tûşî bûyera trafîkê bûne.

Li gor gotina Rêveberê Hatûçûya Koye, bûyera trafîkê di navbera otomobîl û barhilgirekê de çêbû û şofêrê barhilgirê jî birîndar e.

Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Dolemerî li ber Dada Pizîşkî ya Hewlêrê ragihand, ew lîstikvanên tîma basketbolê ya bi navê Bineslawe bûn û bo ku beşdarî lîstika berî fînalê bibin çûbûn Koye û hejmara wan jî 12 kes bûye.

Li gor peyamnêrê Rûdawê di dema vegerê de otomobîla beşek ji wan lîstikvanan li nêzikî gundê Gometal tûşî bûyera trafîkê bû û 5 kesên di otomobîlê de jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst