Li Rihayê 17 mih hatin desteserkirin

30-03-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Desteserkirina Mîhan Mahmut Tanal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekê navçeya Serê Kaniyê a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 17 ser mîhên ajeldarekê ji ber ku xwediyê wan li ytek ji zozanên navçeyê çerandine ji aliyê leşker û ewlekaran ve hatin destserkirin. Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Mahmut Tanal li Parlamentoya Tirkiyê derbarê destseserkirina wan ejelan de de rexne li desthilatê girtin û daxwaz kir ku ajelên wî welatiyê Rihayê bên berdan.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî yê Stenbolê Mahmut Tanal îro 30ê Adara 2022ê li ser hesabê xwe yê medyyaya civakî vîdyoyeke çend mihan belav kir û ragihand ku li gundê  Çayli yê ser bi navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê 17 ser mihên  aejêdarekê  ji aliyê leşker û ewlekarên Rêveberiya Giştî ya Kargehên Çandiniya Rihayê ve hatine destserekirin.

Di vîdyoya ya ku Parlamenterê CHPê belavakiriye de, alederek diaxive û ameje bi wê yekê dide ku tenê ji ber ku wî ajelên xwe bo çêrê birine zozanan 17 ajelên wî hatine destserkirin.

Ew ajeldar dibêje “Min ajelên xwe çend rojan bo çerandinê birin zozanan. Ajelên min ti zirar negihandin ti cihekê , lê 17 mihên min hatine destserkirin û no radestkirina wan 6-7 milyar pere ji min tê xwestin. Ez nikarim di vê rewşa aborî de vî pereyî bidim. Ez bang li Serokkomar û Wezîrê Çandiniyê dikim ez dixwazim ajelên min ên destserkirî bên berdan.”

Mahmut Tanal ev mijar îro 30ê Adara 2022ê di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de jî anî ziman û daxwaz kir ku ew 17 mihên welatiyê Rihayê bên bo radestkirin.

Parlamenterê CHPê Mahmut Tanal “Mîh niha li girtîgeha Navendî ya Gumuşsuya ya ajalan a li navçeya Serê Kaniyê hatine binçavkirin. Berpirsyariya cezayê ya ajelan nîne brêz serok. Ez dixwazim ku ev zilma li dijî van ejelan bi dawî bibe. Eger mîh derbasî nav çewlikekê bûbin, kesê ku divê bê destserkirin, xwediyê wan e, ne mîh in. Daxwaza min ji wezaretan û serokkomar ev e: hetka me li beramber cîhanê nebin. Ma ejel tên destseserkirin? Destserkirin tedbîrek e, ma ajel dikare kîjan tawanê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst