Pirsgirêka avê li kampa Qûştepe

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Qûştepe ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, 5 bîrên avê hene, lê ev nêzîkî 20 roj in ji ber ku pompeya bîrekê têk çûye, av li ser beşekî mezin xelkê kampê hatiye qutkirin.

Nêzîkî 20 rojaye beşek ji penaberên kampa Qûştepe avê dikirin Gazindeyên mezin bêhtir ji aliyê jina ve ye. Bi gotina wan ew rojana 3 ta 4 tankên avê dikirin. Her tanken bi 2 hezar dînaran dikirin ku 500 litrên avê li xwe digre.

Selma Ebdulla Osê dibêje “Ava tankeran tê em dikirin, ji me nema em avê bikirin. Em bêzar bûne. Em bêşûştin mane, zarokên me bêzar bûne. Em diçin ava vexwartinê dikirin. Em hejar û penaber in.”

Sekîna Îsmaîl got “Milet heye, zarokên wan hene, ev çend roj in serê xwe neşûştine. Bê av mane. Mîlet hejar e. ve rojî hat em dê çewa bikin.”

Beyaz Mihmed Ebdo diyar kir “Va rojî hat em bê av in. Xêzanên me hemû westiyane. Xetên avên me hemû xera bûne. Me ji wan re got avê ji vir dagirin bînin, ji vê bîrê jî danegirtin. Kî dizane kîjan avê ji me re tînin.”

Çend caran van kesan berê xwe dan rêveberiya kampê, lê tu bersiv wernegirtin.

Ebdulhelîm Ferho ragihand “Em çûn îdarê UN (Netewên Yekbûyî/NY) jî amade bû. Berpirsê NY ji me re got êdî eleqeya mi bi we re nemaye.”

Sevîn a 30 salî xwedan pêdiviyên taybete û bi gotina dayika wê rojane pêdiviya keça wê bi şiştunê heye.

Etiya Yosif deştnîşan kir “Ev keçika min kêmendam e, rojê ez wê 3-4 caran dişom. Ez bawî me û ez nikarim herim avê bînim.”

5 bîr li kampa Qûştepe hene, yek ji wan ev bîr e ku têkçûna xetasê wê ev pisrgirêk drust kiriye.

Li gor rêveberiya kampa Qûştepe, ji destpêka sala nû ve UNICEF palpiştiya darayî li ser van bîran biriye û bûye sedema vê arîşeyê.

Cîgira rêveberê kampa Qûştepe Perwîn Bengîn “Di destpêka sala 2022an de rêxistina UNICEFê bi şêweyekî kitûpir girêbestê nû nekir û dest ji kar kişand. Me aliyên peywendîdar, hikûmetê, rêxistinên ku taybet in di vî warî de xizmet dikin agahdar kir ku pirsgirêkek li vê derê heye.”

Kampa Qûştepe 1979 malbatên Rojavayê Kurdistanê li xwe digre, ji wê hejmarê nêzîkî 460 malbatan niha bê av in. Li ser banên wan tankên avê, lê piraniya wan vala ne.