Ev 20 roj e li kampa Qûştepe pirsgirêka avê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 20 roj e, zêdetirî 450 malbat li kampa Qûştepe bêav in, malbat rojane her tankereke avê ku 500 lître ye, bi 2 hezar dînar dikirin. 5 bîr li kampa Qûştepe hene, lê têkçûna yek ji wan kêşe bo kampê çêkiriye herwiha ji ber qûtbûna piştgiriya darayî ya UNICEFê bo pêdana avê jî, pirsgirêka kêmbûna avê serî hildaye.

Rêxistina UNICEF a ser bi Netewên Yekbûyî (NY) ve, mehane 24 milyon dînar wek piştgiriya darayî bo pêdana avê xerc dikir, lê ev 4 meh e UNICEF ti bire pareyek bo pêdana avê bi rûniştvanên kampên parêzgeha Hewlêrê xerc nekiriye.

Rûniştvanê kampa Qûştepe Mihemed Xîr beşdarî bernameya Berpirsyar a Rûdawê bû û got ku ev 20 roj in ew bêav in û ji ber nebûna avê, hinek zarokên nav kampê tûşî nexweşiyê bûne. Mihemed Xîr dibêje, wan rojane av dikirî û “ew ava me dikirî jî paqij nebû, niha piştî 20 rojan ava me hat.”

Rêveberê Bilind ê Kampên Penaberan ên Parêzgeha Hewlêrê Nizar Salih, dibêje, UNICEF, sektora ava nav kampan li xwe girtibû, lê ji ber asayîbûna rewşa jiyana malbatên nav kampan, alîkariyên xwe rawestandin. Li gor gotina Salih, 30 hezar kes li 4 kampên parêzgeha Hewlêrê dijîn.

Rêveberê Bilind ê Kampên li Hewlêrê dibêje, karmendên bîrên li nav kampan 4 meh in xwebexş kar dikin. Li 4 kampên Hewlêrê 22 bîrên avê hene, têkçûna yek ji wan bîran jî pirsgirêk bo nêzikî 400 malbatan çêkiribû.

 

Rêveberê nahiya Qûştepe Star Umer ragihand, UNICEF mehane bi qasî 24 milyon dînar xercê bîrên ava nav kampên parêzgeha Hewlêrê dikir, lê 4 meh e ew şayesteyên darayî ragirtibûn û dibêje, piştî hewlên zêde “me karî wisa li UNICEF bikin ku pompa ava bîrên nav kampa Qûştepe dabîn bike. Pirsgirêka bîrê û pêdana avê bo 460 malbatên kampa Qûştepe hatiye çareserkirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li kampên din ên parêzgeha Hewlêrê mehane rêveberiya ava derdora Hewlêrê, me pêwîstî bi 20 milyon dînar e.”

Li kampa Qûştepe, 1979 malbatên Rojavayê Kurdistanê dijîn.