Biden ji Nêçîrvan Barzanî re name şand

30-03-2022
RÛDAW
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Matthew Tueller
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Matthew Tueller
Nîşan Joe Biden Nêçîrvan Barzanî Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller îro serdana Herêma Kurdistanê kir û nameyeke taybet a Serokê Amerîkayê Joe Biden gihande Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Îro li Hewlêra paytext Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Di civînê de birêz Balyozê Amerîkayê nameyeke serok Joe Biden, Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê gihandiye serok Nêçîrvan Barzanî ku têde tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê bo Iraqê û Herêma Kurdistanê hatiye kirin.”

Li gor daxuyaniyê, “Her du aliyan rewşa siyasî li Iraqê, pêngavên prosesa siyasî û civînên parlamentoya Iraqê, rewşa Herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşbîniyên wan ji bo paşeroja prosesa siyasî li welêt gotûbêj kirin.”

Di civînê de li gor daxuyaniyê, “her du alî li ser pêdiviya hebûna sîstemeke hikumdariyeka saxlem li Iraqê li ser bingeha bawerî û hevbeşiya rasteqîne û pêgîrî bi destpûrê ku rêya tekane ye ji bo aramî û seqamgîriyê hevnêrîn bûn.”

Her li gor daxuyaniyê, “Serok Nêçîrvan Barzanî û şandeya mêvan tekezî li ser giringiya avakirina baweriyê û lihevtêgehiştina hevbeş di navbea aliyên Iraqî de kir ji bona derbaskirin rewşa heye û çareserkirina pirsgirêkan.”

“Gotûbêjên aliyan li ser yasaya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê, giringiya yekrêziya aliyên Kurdistanî li Bexdayê û bi hevrekarkirin digel aliyên Iraqî, giringiya berdewamiya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, têkeliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê digel welatên deverê, şer û rewşa Ukrayna û bandora şerî, gotûbêjên Viyenayê li ser Dosyeya Atomî” çend mjiarên din ên civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê bûn ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê tê de amade bû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst