Civîna Nêçîrvan Barzanî û Macron li koşka Elyseeyê bidawî hat

30-03-2021
RÛDAW
Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Nîşan Fransa Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron saet 16:18ê bidawî hat.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya demekê gihîşt Koşka Elyseeyê û ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.

Nêçîrvan Barzanî ku li ser vexwandineke fermî li Parîsê ye, bi protokola fermî ya Fransayê li Koşka Elyseeyê ji aliyê Macron ve bi awayekî germ û dostane hat pêşwazîkirin.

Ji ber tedbîrên xweparêziya li Coronayê, herdu serokan bi enîşkên xwe silav li hev kirin û piştre bi desthejandinê silav li rojnamevanên amade li hewşa koşka Elyseeyê kirin.

Piştî pêşwaziyê herdu serok derbasî nav koşka Elyseeyê bûn û hevdîtina navbera wan destpê kir.

Biryar bû civîn derdora saet 15:40 bidawî bibe, lê civîn 16:18 bidawî hat.

Serokê Herêma Kurdistanê saet 4.30 koşka Elyseeyê bi cih hişt, Macron heya deriyê otombêla wî ligel bû, malavhiyeke germ û dostane lê kir.

Herwiha biryar bû konferansa rojnamevanî bê kirin, lê ji ber zêdebûna hejmara tûşbûna bi corona li Firensa, hat hilweşandin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, di civîna herdu serokan de, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Fransa, rewşa Iraqê, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî, pandemiya Covid-19 û bandorên wê dê bêne gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, herdu serok dê metirsiyên terorê û erkên Hevpeymaniya Navdewletî, giringiya hevkarî hevbeşiya piralî ya jibo rûbirûbûna DAIŞê û çend mijarên din ku ji herdu aliyan re giring in, gotûbêj bikin.

Her îro demjimêr 19:30 bi dema Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Frensa, Jean-Yves Le Drian jî dicive.

Li gor agahiyan, biryar e Barzanî li gel Seroka Şaredariya Parîsê jî hevdîtinekê bike.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst