Ofîsa Serokwezîr: Termên 4 penaberên Kurd ji Kurwatiya bo Rojavayê Kurdistanê tên vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî vegerandina termên wan 4 penaberên Kurd ên ku li Kurwatiyayê jiyana xwe ji dest dan, dê ew term bo Rojavayê Kurdistanê bên şandin û li warên wan bi axê bên spartin.

Îro Sêşemê 30ê Adara 2021an ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser mirina komek penaberên Kurd li Kurwatiyayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, mixabin li Kurwatiya di bûyereke trafîkê de 4 penaberên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û komek penaber jî birîndar bûne.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew sersaxiyê didin malbat û mirovên wan penaberan û hêviya başbûna acîl jî bo birîndaran dixwazin.

Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kiriye, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî termên wan penaberan destpêkê bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin û paşê jî derbasî Rojavayê Kurdistanê tên kirin û li wir tên veşartin.

Roja 22 Adara îsal di bûyereke trafîkê de li welatê Kurwatiya, 4 penaberên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn û 24 penaber jî birîndar bibûn.