Galeriya wêneyan

30-03-2021
18 Photos

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 30ê Adara 2021ê li Koşka Elyseeyê ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve pêşwaziyeke germ û dostane lê kir.

Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron saet 16:18ê bidawî hat û Barznaî 4.30 koşka Elyseeyê bi cih hişt, Macron heya deriyê otombêla wî ligel bû, malavhiyeke germ û dostane lê kir.

Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê twitterê têkildarî hevdîtinê da zanîn ku ligel Macron peywendiyên dualî, kêşeyên Iraqê û navçeyê behs kirine û nivîsandiye: “Ez Keyfxweş bûm bi hevdîtina hevalê xwe Serok Emmanuel Macron îro li Parîsê. Min spasya xwe bo hevkariya mirovî ya berdewam a Fransayê bo Herêma Kurdistanê nîşan da. Herweha peywendiyên dualî pisgirêkên Iraqê û navçeyê me gotûbêj kirin.”  

Hevdîtina Barzanî û Macron du saetan berdewam kir.