HSDê li ser revîna girtiyên DAIŞê daxuyanî da

30-03-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rojava DAIŞ HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî hewldana girtiyên DAIŞê bo revîna ji zindana Hesekê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ti girtiyekî DAIŞê nekariye ji Zindana Xuwêranê bireve û tekez kir, rewş li vê girtîgehê bi tevahî di bin kontrola wan de ye.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Kîno Gabriyêl îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, “roja Yekşemê hewldaneke yaxîtî û isyanê di zindaneke girtiyên DAIŞê de li bajarê Hesekê çêbû û girtiyan deriyên hindurîn ên zindanê şikandine û hin dîwar kun û xirab kirin û dest bi ser qata zemînî ya zindanê de girtin.”

Kîno Gabriyêl diyar kir, “ji ber vê yekê Hêzên Dijî Terorê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk rasterast destwerdan kirin û ew yaxîtî bidawî anîn û navend û tevahiya girtiyên têde kontrol kirin.”

Berdevkê HSDê destnîşan kiriye, “em tekez dikin ku ti bûyereke revîna girtiyan çênebûye û rewş li zindanê bi tevahî di jêr kontrolê de ye.”

Di berdewaniya daxuyaniyê de, Kîno Gabriyêl dibêje, “bûyerên bi vî awayî careke din tekezî li ser şiyana Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo kontrolkirina terorîstên DAIŞê dikin, lê belê pêwîstiya wan bêtir bi piştgiriya civaka navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê heye, ji bo dabînkirina ewlehiya navendên girtin û kampên ku terorîstên DAIŞê û malbatên wan li xwe digirin.”

Êvara duh Yekşemê çekdarên DAIŞê li Zindana Xuwêran a Hesekê dest bi nerazîbûnê û alozkirina rewşa zindanê kiribûn û piştre hewla revînê dabûn.

Li Girtîgeha Xuwêran a li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku di jêr kontrola HSDê de ye, nêzîkî 5,000 girtiyên DAIŞê yên ji 54 welatên cîhanê hene.

Berpirsê Ragihandina HSDê, Mistefa Balî pêştir li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandibû, “hejmarek çekdarên DAIŞê ji Girtîgeha Xuwêranê reviyane.”

Mistefa Balî diyar kiriye: “Çekdarên DAIŞê dîwarên hundir û deriyên li nav girtîgehê şikandin û dest bi ser qata yekem de girtin, hêzên Antî Terorê hewl didin isyana DAIŞiyan kontrol bikin.”

Her ji ber bûyerê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser, hêzên zêdetir şandibûne herêmê.

Li gor agahiyan, hêzên HSDê li deverê tedbîrên ewlehiyê tundtir kirine û hemû rêyên hatinûçûnê girtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst