Li Wanê gundek û 2 mezra hatin kerentînekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya Wanê gundê Esenyamaç û li navçeya Şaxê ya Wanê mezrayên Çemik û Tellîkaya ji ber vîrusa Koronayê hatin kerentînekirin.

Li Wanê gundek û 2 mezra ji ber vîrusê hatin kerentînekirin.

Li gor zanyariyan, li qezaya Elbakê ya Wanê Gundê Esenyamaç û li navçeya Şaxê ya Wanê mezrayên Çemik û Tellîkaya ji ber belavbûna vîrusa Koronayê hatin kerentînekirin.

Hatiye ragihandin, welatiyê ku ji Stenolê hatibû gundê Esenyamaçê yê Elbaka Wanê ji ber rewşa wî ya tendirustiyê rakirin nexweşxaneyê û testa Koronayê jê hatiye wergirtin. Piştî pişkinînê derketiye holê ku ew kes bi vîrusa COVID-19 ketiye û li nexweşxaneyê hatiye razandin.

Piştî tûşbûna wî kesî, gundê Esenyamaç hat kerentînekirin.

Herwiha li navçeya Şaxê ya Wanê haleteke tûşbûna bi vîrusa Koronayê hatiye tomarkirin. Ji ber vê yekê jî mezrayên Çemîk û Tellikaya yê girêdayî gundê Alacayerê hatin kerentînekirin.

Gundê Xanê yê qezaya Ebaka Wanê jî 4 roj e ji ber vîrusa Koronayê di kerentîneyê de ye. Welatiyê ji Stenbolê hatibû Xanê di xwina wî de vîrus hat dîtin û ji 27ê Adarê ve heta niha ew gund di kerentîneyê de ye.