Rêveberê zindana girtiyên DAIŞê: Em dê destwerdanê bikin

30-03-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Heseke HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Dije Terorê yên Rêveberiya Xweser hejmarek girtiyên DAIŞê yên ku ji Zindana taxa Xuwêran reviyabûn careke din girtin. Rêveberê Zindanê jî ji Rûdawê re ragihand, hêj qatek ji zindanê di destê girtiyên DAIŞê de maye, lê ew dê destwerdanê bikin û rewşê bi tevahî kontrol bikin.

Rêveberê Zindana Sina’a ya li taxa Xuwêran a Hesekê, Rûbar Hesen ji Rûdawê re ragihand, ku hejmarek girtiyên DAIŞê yên ku ji Zindana Xuwêran reviyabûn careke din hatine girtin.

Rûbar Hesen herwiha diyar kir ku hejmareke din ji DAIŞiyên reviyayî hêj nehatine girtin, lê ti zanyarî derbarê hejmara wan de nedan.

Rêveberê Zindanê herwiha ji Rûdawê re da zanîn, ku heta niha qatek ji zindanê di destê grtiyên DAIŞê de ye û ew qat ji aliyê hêzên wan ve nehatiye kontrolkirin.

Li gor rêveberê Zindanê, hêzên wan dê destêwerdanê bikin û rewşê bi temamî li zindanê kontrol bikin.

Şeva bihorî, derdora demjimêr 10:30, girtiyên DAIŞê di zindana Hesekê kamîreyên çavdêriyê li nav zindanê şikandibûn û dîwar û deriyên hundirîn hilweşandibûn û qatê eredê yên zindanê kontrol kiribûn.

Herwiha hejmarek ji girtiyên DAIŞî ji zindanê reviyabûn.

Berprisê Ofîsa Ragihandina HSDê, Mistefa Balî jî ragihandibû ku wan hêzên zêde şandine derdora zindana Hesekê, da ku wê aloziyê bi dawî bînin û rewşê kontrol bikin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst