ÎHD: Li girtîgehan tedbîrên koronayê di asta pêwîst de nayên girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ragihand ku li girtîgehan di asta pêwîst de bergirî li hemberî belavbûna metirsiya vîrusa koronayê de nehatine kirin û girtiyan giliyên xwe di vê mijarê de hene.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê derbarê lêkolîna xwe ya li ser rewşa girtîgehan de daxuyaniyeke da û têde diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li dijî vîrusa koronayê bergiriyên pêwîst nehatine girtin û bang sererastkirina rewşa girtiyan li aliyên peywendîdar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku vîrusa koronayê ku bo tevahiya Cîhanê metirsiyeke cidî ye,  li Tirkiyê jî bi awayekî bi bandor hebûna xwe didomîne û her diçe haletên tûşbûna vê vîrusê û mirinên ji ber vê zêdetir dibin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê amaje bi wê yekê kir ku têvî ku her diçe hejmara qurbaniyên bi sedema koronayê canê ji dest didin û kesên pê dikevin zêde dibe, lê bergiriyên li hemberî wê di asta pêwîst de nayên girtin.

Di beşek a daxuyaniyê de tê gotin: “Li girtîgehan ligel neberdana girtiyên temenê wan bi ser 65an de, girtiyên bi nexweşîna kronîk ketine, girtiyên ducanî û girtiyên xwedî zarok û zarokên girtî, tê dîtin ku bergiriyên tên girtin jî kêm in û ne di asta pêwîst de ne.”

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê herwiha ji bo tedbîrên rûbirûbûna koronayê hinek daxwaz pêşkeşî aliyên peywendîdar kirine û beşek ji wan ev in: “

Di daxuyaniyê de ji bo birgiriyên li dijî vîrûsa koronayê ev daxwaz hatin kirin: “Di xebatên sererastkirina qanûna bicihanîna ceza de şertê wekehviyê li ber çav bên girtin û dema cezakirinê bê kêmkirin, rewşa mexdûriyeta girtiyan li ber çavan bê girtin.

Li girtîgehan ji bo girtî bikarin tendirustiya xwe biparêzin û xwe paqij bikin divê di zûtirîn demê de kelûpelên paqijiyê bi awayeke bêberamber ji wan re bê peydakirin. Herwiha divê tedbîrên li girtîgehan têne standin rojane ji raya giştî re bêne eşkerekirin.”