Mihabad: Dewlemendên Kurd nexweşxaneya taybet bi Koronayê amade kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dewlemendên bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, nexweşxaneyeke demkî bo tûşbûyên Koronayê di 10 rojan de amade kirin.

Nexweşxane li holeke werizşî hatiye amadekirin û 72 textên nexweşan li xwe digire.

Ji bo amadekirina vê nexweşxaneya taybet bi nexweşiya Koronayê, milyarek û 200 million tumen ji aliyê sermayedar û dewlemendên Mihabadê ve hatiye xerckirin.

Herwiha hemû kelûpelên pêwîst, cîhaz û amûrên pizîşkî yên taybet û pêdawîsitiyên nexweşxaneyê jî ji aliyê wan sermayedar û dewlemendan ve hatine dabînkirin.

Wan kesên xêrxwaz komîteyek hilbijartin e ku serpiriştiya nexweşxaneyê dike û karûbarên wê birêve dibe.

Parêzgarê Urmiyê Mihemed Mehîd Şehriyarî di merasima vekirina nexweşxaneyê de amade bû û spasiya wan kesan kir, ku ew nexweşxane amade kirine û pêşkêşî xelkê Mihabadê kirine.

Tevî ku hejmara tûşbû û mirina bi sedema vîrusa COVID-19 li parêzgeha Urmiyê bilind e, lê berpirsên wê parêzgehê dibêjin, rewş metirsîdar nîne û li gor nifûsa parêzgehê hejmara haletên tûşbûna bi vîrusê kêm e û ew dikarin rewşê kontrol bikin.