ROJAVA – 5 hezar girtiyên DAIŞê hewl dan ji zindana HSDê birevin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zindana Xuwêran a li Hesekê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye, çekdarên girtî yên DAIŞê hewla revê dan. Li gor agahiyan, hejmarek girtiyên DAIŞê reviyane û Rêveberiya Xweser û HSDê hêzên zêdetir şandine herêmê.

Li girtîgeha Xuwêranê ya ku dikeve Hesekê û 5,000 çekdarên girtî yên DAIŞê lê diman, çekdarên DAIŞê hewla revê dan, lê li gor agahiyan hêzên ewlehiyê piştî demekê rewş kontrol kirine.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, êvara roja Yekşemê piştî ku girtiyên DAIŞî li Zindana Xuwêran a Hesekê dest bi nerazîbûnê kirin, hêzên ewlehiyê yên zindanê hewl dan rewşê kontrol bikin, lê belê di navbera herdu aliyan de alozî derket.

Li gorî zanyariyan, di çarçoveya alozbûna rewşê de 4 girtiyên DAIŞê ji zindanê ber bi başûrê Hesekê ve reviyan û hejmarek ji girtiyên DAIŞî birîndar bûne.

Herwiha li gor zanyarî û dîmenên vîdeoyî yên ku li ser hesaba Navenda Enferomasyona Rojava hatine belavkirin, rayedarên HSDê li ber deriyê Girtîgeha Xuwêranê rawestiyane û dibêjin, “hejmarek çekdarên DAIŞê bi hinceta grevê di destpêkê de hewl dank u pasevan û garden li ber deriyê girtîgehê rehîne bigirin, piştî ku di wê hewla xwe de serkevtî nebûn, kamêrayên li girtîgehê şikandin û dest bi rûxandina dîwarên zindanê kirin.”

Berpirsê Ragihandina HSDê, Mistefa Balî jî li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandiye, “hejmarek çekdarên DAIŞê ji Girtîgeha Xuwêranê reviyane.”

Mistefa Balî diyar kiriye: “Çekdarên DAIŞê dîwarên hundir û deriyên li nav girtîgehê şikandin û dest bi ser qata yekem de girtin, hêzên Antî Terorê hewl didin serî rakirina DAIŞiyan kontrol bikin.”

Li gor agahiyan, ji ber bûyerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser, hêzên zêdetir ber bi herêmê ve şandine. Hêzên HSDê li deverê tedbîrên ewlehiyê tundtir kirine û hemû rêyên hatinûçûnê girtine.

Li aliyekê din tê gotin, ku balafirên çavdêriyê yên Hevpeymaniya Navdewletî li esmanê Hesekê difirin.