Nûrî Malîkî dibe berbijêrê cîgirê Serokomarê Iraqê

30-03-2019
RÛDAW
Nîşan Iraq Serokomarî Nûrî Malîkî
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî ji bo cîgirê Serokomarê Iraqê wek berbijêr hat ragihandin.

 

Berpirsê Ofîsa Ragihandina Nûrî Malîkî, Hîşam Rikabî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Hevpeymaniya Binyad, Nûrî Malîkî ji bo kursiyê cîgirê Serokomarê Iraqê dike berbijêr.


Bi gotina Hîşam Rikabî bi sedema vê yekê sondxwarina Malîkî wek endamê parlamentoya Iraqê paş ketibû.


Hîşam Rikabî got: “Niha hêzên siyasî hewl didin ku kêmasiyên kabiniyê pêk bînin. Dema ku ew kar bidawî hat, mijara cîgirê serokomariyê dê were rojevê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst