Çapxaneyan rojnameya Welat çap nekirin

Navenda Nûçeyan – Rojnameya Welat ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yekane rojnameya bi zimanê Kurdî ye, ji ber ku ti çapxane qebûl nekir rojnameyê çap bike, bi makîneyên fotokopiyê hate çapkirin.

 

Piştî ku hêzên ewlehiya Tirkiyê êriş birin ser avahiya navenda rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun, ti çapxane qebûl nekir ku Rojnameya Welat çap bikin.

 

Hat ragihandin ku xebatkarên rojnameyê, hejmara îro bi makîneya fotokopiyê çap kirine û gihandine aboneyên xwe.

 

Rojnameya Welat li ser hesaba xwe ya Twitterê jî ragihandiye: “Şopdar û hevalên hêja ji ber zext û gefên li ser çapxaneyan, Rojnameya Welat îro nehate çapkirin. Em dê rûpelên rojnameyê li ser medya civakî bi we re parve bikin.”

 

Herwiha Rojnameya Welat di hejmara xwe ya îro de bi manşeta "Ji zimanê me ditirsin" derketiye pêşberî xwendevanên xwe.