Talebanî: Rakan Cibûrî ji bo dengan dijatiya Kurdan dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî, da zanîn ku parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Cibûrî bi rûxandina xaniyên Kurdan dixwaze dengê Ereban box we kom bike.

 

Rêbwar Talebanî beşdarî bulteneke Rûdawê bû û bal kişan ser biryara Rakan Cibûrî ya rûxandina xaniyên taxên zêdegavî yên Kerkûkê û got: “Cibûrî di biryardanê de lezê dike, evna jî bo dijayetiya Kurd û komkirina dengan e di nav Ereban de, lê jê re naçe serî, Parlamentoya Iraqê nikariye zêdegaviyan çareser bike, ji zêdegavî li hemû Iraqê heye ne tenê Kerkûkê, li Kerkûkê jî li hemû taxan heye ne tenê li yên Kurdnişîn.”

 

Talebanî wiha axifî: “Ew navçe û tax ji taxên qedîm ên Kerkûkê mezintirin û xelk di wan de heye wek; Mekteb Xalid, Feyleq û Penca Elî. Ji xeynî van li taxên Ereb û Turkmenan jî wek; Hewîce, Riyaz, Zab û Taze zêdegavî heye, loma eger rast dibêje divê bi awayekî yeksan tevbigere.”

 

Endamê Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, piştî destjikarkişandina serokê berê, postê serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet wergirt, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê Kerkûk bicîh hişt û heta niha venegeriya ye û dibêje ku ji ber Kerkûk ne di rewşeke normal û destûrî de ye, venager.

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqî û Heşda Şabî ve, ji aliyê îdareya nû ya niha ve çendîn biryar hatine dayîn û nûnerên Kurd ên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî van biryaran wek dijayetîkirina Kurdan dibînin. Biryara dawî jî rûxandina tax û xaniyên zêdegavî (tax û xaniyên xelk bê destûr ji xwe re çêkirine) ye.