Galeriya wêneyan

30-03-2017
13 Photos
RÛDAW

Hewraman (Rûdaw) – Ji ber cihê wê cografî û çiyayîbûna Hewramê, piraniya amûrên pêşketî yên bo çandiniyê li wê devera Kurdistanê dest nakevin û xelk ji bo çanidniyê hêj jî şêwazên kevn bi kar tîne.

 

 

Kêlandina zewiyên çandiniyê li Hewramê hêj jî bi cotan tê kirin. Kêlana zewiyên çandiniyê bi ga yek ji rêyên zehmet ên kêlandina zewiyê ye, lê belê welatiyê bi navê Nerîman û birayê wî ji bo karê xwe yê çandiniyê hêj sûdê ji wê şêwaza kevn werdigirin.