Parêzgariya Şirnexê: Strana HDPê qedexe ye

Navenda Nûçeyan – Parêzgariya Şirnexê ragihand, biryara qedexekirina strana HDPê ya ji bo referandumê, ji ber hin gotinên di nav stranê de ye û herwiha diyar kir, rayedarên HDPê gotine, em dê wan gotinan biguherînin.

 

Duh hin nûçe di medyayê de hatibûn belavkirin, ku strana HDPê ya ji bo referanduma li Tirkiyê ya bi navê “Bêjin Na” ji aliyê Parêzgariya Şirnexê ve hatiye qedexekirin. Li ser van nûçeyan parêzgariyê daxuyaniyek weşand.

 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, nûçeyên ku têde qedexekirina propagandaya kurdî hatine weşandin, nûçeyên bêbingeh in.

 

Parêzgarî di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kiriye, ku li gor yasayan patiyên siyasî dikarin ji bilî zimanê tirkî, bi ziman û zaravayên din jî propagandayên siyasî pêk bînin û aşkere kiriye “Ji ber gotinên strana kurdî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên weke ‘… na na na ji yek alê re… na na na ji yek netewê re…’, li gor bendên destûra bingehîn, bi hinceta ku gel teşwîqî rik û dijminiyê dike, hatiye qedexekirin.”

 

Di berdewama daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin “Ji aliyê Wezareta me ya Navxweyî jî ev mijar ji rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan re hatiye veguhastin û ji aliyê rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan ve hatiye gotin ku ev gotinên stranê dê bêne guhertin.”