Parlamenterê Swêdê Cebar Emîn: AKPê li Amedê sextekarî kir

30-03-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) – Endamê kurd ê Parlamentoya Swêdê Cebar Emîn ku wek çavdêrê hilbijartinan li Tirkiyê ye, ragihand ku li AKPê li deverekî bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê sextekarî kiriye lê hêzên ewlehiyê rê nedane wan çavdêriya wê derê bikin.

 

Parlamenterê kurd ê Swêdê Cebar Emîn, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, îro li ew û 3 çavdêrên din ku hemû ewropî bûn, piştî ku hatin agahdarkirin li gundekî nêzîkî bajarokê Çermikê yê Amedê AKP di hilbijartinan de sextekariyê dike, çûne wê derê.

 

Cebar Emîn da zanîn, ji ber wê jî demildest ber bi wê navenda dengdanê ve çûn û xwastin çavdêriya wir bikin lê ew serbazên ku li wir bûn nehîştin ew derbasî navenda denganê bibin her wiha rê nedan nûnerên partiyên opozîsyonê jî ku derbasî wir bibin.

 

Wî çavdêrê kurd destnîşan kir ku serbazên tirk xwastin wêneyên ku wan derbarê bûyerê de kişandibûn, ji wan bisîtinin lê wan nehîştin.

 

Emîn her wiha diyar kir ku wan serdana 3 navendên din jî kirin lê li wan deran ti sextekariyek nehat dîtin.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst