Dr. Necmedîn Kerîm: Talebanî dikare bixwîne, baxife û werziş bike

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê tîma pijîşkî ya serokomarê Iraqê û sekreterê YNK, dr. Necmedîn Kerîm ragihand, rewşa tenduristiya Talebanî gelekî baş e û her ku dice baştir dibe. Kerîm diyar kir ku tenê pijîşkên Almanî dikarin biryar bidin ka Talebanî dikare vegere welêt yan na.

Berpirsê tîma pijîşkî ya Talebanî, dr. Necmedîn Kerîm ku di heman demê de endamê polîtburoya YNK û parêzgarê Kerkûkê ye jî, ji malpera PUKmedia (malpera fermî ya YNK) ra ragihand, rewşa tenduristiya Talebanî gelekî baş e û wiha got: “Serok Talebanî  dikare bixwîne, xwarinê bixwe û werzişê bike û gelekî baş jî daxife.”

Dr. Kerîm, li bara vegera Talebanî de jî got, tenê pijîşkên Almanî dikarin biryarê bidin ka Talebanî dikare vegere welêt yan na û wiha anî ziman: “Vergera Mam Celal hêviya hemû iraqiyan e, bi taybet di rewşa niha de ku welat li nav qeyranê de ye û hemû jî li ser rola serok Mam Celal hevnêrîn in.”

Serokomarê Iraq û sekreterê YNK Celal Talebanî, roja 18.12.2012 nexweş ket û niha jî li paytexta Almanya Berlînê tê dermankirin.