Doza Abdullah Zeydan dîsa hat taloqkirin

30-01-2025
RÛDAW
Nîşan Abdullah Zeydan Doz Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doza Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan taloqî 11ê Sibatê hat kirin.

Abdullah Zeydan 16ê Kanûna Paşîn a 2025an ji ber rewşa tenduristiya xwe beşdarî rûniştina dozê nebûbû û dadgehê jî doz taloqî 30ê Kanûna Paşîn a 2025an kiribû.

Îro li Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê rûniştina doza Abdullah Zeydan hat kirin û doz heta 11ê Sibatê hat bipaşxistin.

Abdullah Zeydan bi hinceta bi "alîkariya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê bi rêya çapemeniyê" tê darizandin.

Tê çaverêkirin ku Zeydan di rûniştina 11ê Sibatê li hemberî daxwaza dozger parastina xwe bike û heyeta dadgehê biryara xwe bide.

Zeydan bi sedema nexweşiyê tevlî rûniştina îro nebû û parêzerê wî Mahsunî Karaman di rûniştina dozê de amade bû.

Abdullah Zeydan di çarçoveya lêpirsîna têkildarî çalakiyên di navbera salên 2015-2016an de tê darizandin ku Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dest pê kiribû û Dadgeha 2yemîn a Cezayê Giran a Colemêrgê dosye qebûl kiribû û li ser daxwaza wê, Dadgeha Bilind bi hinceta "ewlehiyê" biryar dabû ku dosye biçe Amedê û Zeydan li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were darizandin.

Ji bo Zeydan bi hinceta "alîkariya rêxistina terorê" cezayê 5 sal girtîgeh û ji ber "propagandaya rêxistina terorê bi rêya çapemeniyê" 3 sal û mehek û 15 rojan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst