Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyayeke Çînî li herêmên Kurdistanî yên parêzgeha Diyaleyê bi rêkeftineke li gel Hikûmeta Îraqê re li petrolê digere.
Şîrketa Geo-Jade Petroleum a Çînê ji bo lêgerîna petrol û gazê li qada petrolê ya Neftxaneyê ya li navçeya Xaneqînê ya Parêzgeha Diyaleyê peymanek îmze kir.
Parêzgeha Diyaleyê di nav Herêmên Kurdistanî yên li Herveyî Îdareya Herêma Kurdistanê de cih digire.
Hikûmeta Îraqê bi kompanyaya petrolê ya Çînî re hêzeke Heşdî Şeibî jî şandiye herêmê.
Birêvebirê Karûbarên Dabeşkirinê yê Wezareta Petrolê ya Îraqê Elî Marc li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
"Wezareta Petrolê dest bi bipêşxistina qadên sînorî yên li parêzgeha Diyaleyê kiriye, di gera pêncem a girêbest û pêvekan de, karê bipêşxistina neftê berdewam e.
Bi ya min astengiyeke ewlehiyê li yek ji qadan heye û plan ji bo çareserkirina wê hatiye danîn."
Li qadên neftê yên Gilabat û Încanê yên li sînorê Xaneqînê ji ji bilî derxistina petrol û gazê, bi heman awayî pêvajoya lêgerîn û dîtina petrolê jî dane bi kompanyaya Hîlalê (Crescent Petroleum) ya Îmaratê.
"Ez nizanim çima Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê deng e"
Parlamentera Parlamentoya Îraqê Suzan Mensûrê derbarê lêgerîna li dû neftê ya li herêmên Kurdistanî yên nakok got:
"Ev herêm cihên nakokî ne û îdareya hevbeş e, eger wisa be divê bi rêkeftinê ev girêbest werin îmzekirin.
Ji aliyê destûrî ve divê Hikûmeta Herêmê agahdar be lê ez nizanim çima Hikûmeta Herêmê li hemberî vî karî bê deng e."
Hikûmeta Îraqê ji bilî wan qadên petrolê yên ku piştî êrişên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an kontrol dike, ji bo kontrolkirina hinek zeviyên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gavan diavêje.
Wekî mînak, qada petrolê ya Çalaw Xalidê li bajaroka Kulecoya Germiyanê ku ji bo kompanyaya Hîlalê ya Îmaratî hatiye dayîn.
Hikûmeta Îraqê berî 5 mehan hêzeke mezin a Heşda Şebiyê ji bo kontrolkirina wê şandibû lê ji aliyê Pêşmergeyan ve rêya wê hatibû girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse