Li Sêrtê qeyûm - 'Hebûna me li ber çavên wan sûc e'

30-01-2025
Abdulselam Akinci
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş /Wêne: Rûdaw
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş /Wêne: Rûdaw
Nîşan Şaredariya Sêrtê Qeyûm Sofya Alagaş DEM Parti
A+ A-

Sêrt (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaşa ku li şûna wê qeyûm hat danîn bertek nîşanî biryarê da û got, "Hebûna me li ber çavên wan sûc e, yanî dibêjin hûn xwe nas nekin, maf û heyîna xwe nas nekin."

Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê 28ê Kanûna Paşîn a 2025an bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” 6 sal û 3 mehan ceza li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaşê birî.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî demildest qeyûm danî ser şaredariya DEM Partiyê ya Sêrtê.

Piştî ku qeyûm hat danîn li bajêr danîna qeyûm hat protestokirin.

"Hebûna me li ber çavên wan sûc e"

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaşê got, "Agahiya danîna qeyûm dan me.

Teblîxî me kirin lê ji ber em vê biryarê nas nakin, me îmze nekir. Ev ne biryareke hiqûqî ye ev biryareke siyasî ye.

Heke ez sûcdar bim dema mahkeme biryara teqez da tu dikarî min ji peywîra min dûr bixî lê tiştekî wisa tune.

Yanî heyina me li ber çevên wan sûc e. Çi bêjim nizanim, em dibin şaredar doz tên vekirin em tên girtin, em dibin parlamenter tên girtin.

Yanî dibêjin hûn xwe nas nekin, maf û heyîna xwe nas nekin û xwe tune bihesibînin em dê we bibînin. Ê ev tişt jî welahî li dijî exlaqê jiyanê ye."

Pistî danîna qeyûm Hevserokê Gistî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li gel hevserokê DBPyê û parlamenterên ji her du partiyan hatin ber şaredariyê û bertekên tund nîşanî biryara qeyûm dan.

"Diz bi tu awayî newestiyan û ew nizanin biwestin"

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha axivî:

"Belê em careke din ji bo derbeyeke siyasî û ji bo xespa qeyûm li Sêrtê ne.

Ev şaredariya hûn dibînin gelê Sêrtê sê caran qezenc kir lê qeyûm danîn.

Baş e wan li hemberî kê qezenc kir li hemberî yên ku gendeliyê dikin, li hemberî yên ku diziyê dikin qezenc kir.

Li hemberî yên ku ziman û çanda Kurdan red dikin qezenc kir. Li hemberî yên ku gencîneyên vî bajarî didizin qezenc kir.

Lê diz bi ti awayî newestiyan. Ew nizanin biwestin. Ew her car bi hincetên vikîvala vîna vî gelî xesp dikin."

Welatiyên ku di hilbijartina 31ê Adarê bi rêjeya ji sedî 49,64 Softa Alagaş wekî Şaredara Sêrtê bijartibûn jî bi biryara danîna qeyûm nerazîbûnên xwe anin ziman.

Welatiyên ji Sêrtê nerazîbûnên xwe bi vî rengî anîn zimên:

"Madem vîna me nas nakin bila li Kurdistanê sindoqan daneynin"

- "Madem ew vîna me xesp dikin, vîna me nas nakin bila li Kurdistanê sindoqan daneynin. Em didin, ew qebûl nakin."

- "Ew qas însan hilbijartinan qezenc dikin, ew qeyûm davêjin ser. Madem qeyûm datînin bila yekî ji şaredariyê deynin. Ev li me zulm e. Dê herin waliyekî yan jî qaymeqamekî deynin ev zulm e yanî ne ti tiştekî din e."

- "Di hilbijartinan de bi reyan nikarin bi me bi Xwedê. Maye ew e ku zordestiyê bikin û qeyûm deynin. Dê dawî li wî jî were, li wî jî were."

- "Rebê alemê qebûl neke, ma em çi bêjin? Wa hûn dibînin qeyûm avêtin ser û şaredariyê ji destên me derxistin em dê çi bêjin. Xwedê tealayê mezin jê re qebûl neke û qedîm neke û xwedê nedomîne û dewama wî tune be."

Bi hatina qeyûmê Sêrtê re, ev bûn 8 şaredariyên DEM Partiye ku bi qeyûm ji destê DEM Partiyê hatin derxistin û hejmara saredariyên DEM Partiyê jî bi vi awayi daket 70yî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst