Warê Seyîd Riza bi berfê xemiliye û li benda geştyaran e
Dêrsim (Rûdaw) - Parêzgeha Dêrsimê, li Bakurê Kurdistanê havînan bi xwezaya xwe wekî ya aliyê Deryaya Reş, zivistanan jî bi dîmenên xwe yên wekî welatên Skandinavyayê bala welatiyên gelek welatan dikişîne.
Hejmara geştyarên ku tên Dêrsimê salane ji 2 milyonan derbas bûye.
Lê pêdiviya bajêr bi xizmetguzariyeke baştir heye da seredana geştyaran geştir bibe.
Dêrsim jî wekî çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê êdî dibe navendeke geştiyariya zivistanê.
Warê pîrê pîran Seyîd Riza bi berfê xemiliye û li benda geştyaran e
War û wetanê pîrê pîran, Seyîd Rizayê Dêrsimî ye kû tabelaya Tuncelî di stû de ye li hêviya geştyaran e.
Çiyayên Bilind û bajarê ku layîqî xewnan e, bi av û bendavan xêrhatinê dike li derûmêvanan.
Rûyê zivistanê li biharê ye lê li nava bajêr ew berfa berê pencereyan nîne.
Çar bendavên ku hatine çêkirin tesîra sereke ye helbet lê ya baş ew e ku metirsiya 6 bendavên din piştî têkoşîneke hiqûqî ya dûr û dirêj ji holê rabûye.
“Bila Çemê Munzûrê bikeve lîsteya mîrata çandî ya cîhanê”
Serokê Komeleya Parastina Çemê Munzûrê Bariş Yildirim got, “Li gorî rojnameya fermî ya Tirkiyeyê ya 25ê Tîrmeha 2023yan ku derbarê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ye, em dixwazin Çemê Munzûrê û vê herêmê bixin lîsteya mîrata çandî ya cîhanê.
Em daxwazê ji Wezareta Geştyarî, Wezareta Cotkariyê û Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê dikin beriya bi demekê li ser vê meseleyê kar bikin.”
Par 2,5 milyon geştyar çûne Dêrsimê
Dema mirov ji navendê berê xwe dide gund û navçeyan dîmen diguhere.
Gelî û zozan, çol û çiya bi berfê nixumîne û zivistan wekî berê ye.
Dêrsima ku sala çûyî 2,5 milyon geştyar hewandine, hewl dide zivistanê jî mêvanên xwe zêde bike.
Navendeke kaşûnê li Pilûrê vekirî ye û berf bûye bingeha kêfê. Bang û hazirî ji bo wê ye da dîwana mêvanên bajêr şêntir bibe.
“Ji bo geştyarî jî berdewam bike û hebe divê siruşt û jîngeha vir were parastin”
Esnaf Haydar Gul wiha anî ziman, "Di nava 2 salên dawiyê de daxwazeke gelekî baş û cidî ya geştyariyê hebû.
Gelek kes ji bo geştyariyê dihatin. Ev jî dibû piştevaniyek ji bo dikandarên vir. Dibe alîkarî ji ji esnafên parêzgehê.
Me li vir febrîqe nînin me navendên sermayeyê nînin û kargehan nînin. Bi tenê me geştyarî heye.
Ji bo geştiyarî jî berdewam bike û hebe divê siruşt û jîngeha vir were parastin."
Ji Almanyayê hat, otêleke 5 stêrkî vekir
Geştyarî û xwezaya welêt kiriye ku karsazek ji Almanya were û li serê vî çiyayî otêleke 5 stêrkî veke.
Li vî gundê biçûk ku 70 kîlometreyî dûr e ji navendê, kêwge, dîsera û otelek di xizmetê de ye û çar demsalan jî vekirî ye.
Birêvebirê otêlê Cafer Çinar got, “Yên ku otêl di destpêkê didît, digot 'Te çima li serê vî çiyayî ev otel ava kiriye?'
Piştî ku tên nava otêlê û li sirûşta dinêrin ji otêlê li dîmenên derve dinêrin ji gotinên xwe poşman dibin û dibêjin te pir baş kiriye, te cihekî gelekî xweşik ava kiriye, baş e ku te ev otêl ava kiriye.
Bi taybetî ji bo mehên gulan û hezîranê talebên geştyaran hene. Bi taybetî komên çiyageran tên li otela me dimînin.
Xelkê vê herêmê yên li derveyî welat in ew tên otela me. Hêviya me heye.”
Ew bajarê ku êdî her sal mazûvaniya bi milyonan geştyaran dike li benda rê û xizmetguzariyeke bi rêkûpêk e ku hejmareke zêdetir geştyar berê xwe bidin vî bajarê xweşik û bedew da ku demeke xweş bi dilê xwe derbas bikin.