Palementera DEM Partiyê: Rêya me hatiye girtin û nahêlin em darbasî nav Cizîra Botan bibin

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Cizîra Botan DEM Partî Newroz Uysal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Palementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysalê got “Rêya me hatiye girtin û nahêlin ku em darbasî nav Cizîra Botan bibin.”

Palementera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysalê ragihand ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê bi kepçeyan rê girtiye û nahêlin konvoya DEM Partiyê bikeve Cizîra Botanê.

“Bi kepçeyê rê hatiye kolan û nahêlin konvoya me bikeve nava bajêr”

Newroz Uysalê îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên girtina rêyan belav kirin û wiha got:

“Tevî ku pêvajoya hilbijartinê bi awayekî fermî dest pê kiriye, li Cizîrê bi kepçeyê rê hatiye kolan û nahêlin karwanê me bikeve nava bajêr.

Bi sedan otomobîlên di konvoyê de û otomobîlên welatiyan hatine rawestandin nahêlin em derbas bibin.”

Herwiha Uysalê diyar kir ku ji bo çareserkirina vê pirsê wan telefonî parêzgariya Şirnexê kiriye lê parêzgariyê bersiv nedaya wan.

Newroz Uysal dibêje ku bi awayekî kêfî ew hatine rawestandin û kombûna wan a bi gel re tê astengkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst