Li Rihayê malbat bi çek, dar û keviran bi hev ketin: Birîndar hene

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bêrecûk Pevçûna Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, du malbat bi dar, kevir û tifingan pev çûn.

Di encama pevçûnê de, 2 kes bi çek û 3 kes jî bi keviran birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, Gul Korkmaz dixwest ji hevjînê xwe Oktay Korkmaz ku pismam wê ye veqete û demek bû ku bi malbata xwe re dijiya.

Oktay Korkmaz bi hinceta “axaftinê” çû mala bavê hevjîna xwe ya ku li Bêrecûka Rihayê ye.

Piştre di navbera wî û malbata hevjîna wî de nîqaş derket.

Malbata Oktay Korkmaz jî beşdarî nîqaşê bû û her du aliyan bi kevir, çov û tifingan êrişî hev kir.

Di encamê de, Gul Korkmaz û keça wê Çîgdem Korkmaz bi çekê birîndar bûn û Omer, Feyaz û Muslum Korkmaz jî ji ber keviran birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her 5 birîndar rakirin nexweşxaneya navçeyê.

Li gorî agahiyan, rewşa birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst