Li Amed û Mersînê 3 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Mersîn PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û Mersînê ya Tirkiyeyê bi hinceta PKK/KCKyê 3 kes hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Amedê, “bi armanca eşkerekirin û astengkirina çalakiyên PKKyê kar û xebat hatine kirin.”

Di vê çarçoveyê de li Amed û Mersînê 26ê mehê hêzên ewlehiyê bi ser 6 malan de girtiye û 4 kes desteser kirine.

Ji wan kesan bi biryara dadgehê kesek hat berdan, 3 kes jî hatin girtin ku tê îdiakirin “peywendiya wan ligel berpirsê PKKyê yê Ewropayê heye, amadekariyên çalakiyan kirine û kes tevlî PKKyê kirine.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û “bi hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin û digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst