Li Bakurê Kurdistanê berf û baran kêm nabin

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî pêşbîniyên Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê îro li çendîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berf û baran bibare.

Tê pêşbînîkirin ku li parêzgehên Amed, Dîlok, Bedlîs, Şirnex û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê berf û şilope bibare. Li parêzgeha Rihayê jî dê şilî û baran be.

Ji bo hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya aşûtê jî hatiye dayîn û herwiha dê bayekî bihêz jî li parêzgehên Colemêrg, Bedlîs û Wanê hebe.

Li hinek parêzgehan dê pileya germê bi vî awayî be:

Amed 7°C

Wan 0°C

Dîlok 4°C

Mêrdîn 5°C

Riha 8°C

Sêwaz 1°C

Agirî 0°C

Erzerom -3°C

Meletî 3°C

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst