HEWLÊR - Agir bi parzûngeheke neftê ket: Birîndar hene

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Parzûngeh Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Hewlêr û Gwêrê agir bi parzûngeheke neftê ket û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Karwan Mîrawdelî li ser bûyerê daxuyanî da.

Karwan Mîrawdelî ragihand ku agir bi Parzûngeha Neftê ya Emînê ya li ser rêya Hewlêr û Gwêrê ket.

Mîrawdelî eşkere kir ku di encama şewatê de 3 kes birîndar bûne û tîmên tenduristiyê ew rakirine nexweşxaneyê.

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Karwan Mîrawdelî diyar kir ku wan heta nikariye agir vemirînin û hewldanên wan ên ji bo vemirandinê berdewam in.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê ji cihê bûyerê ragihand ku 10 tîm hewla vemirandina agir didin lê ji ber keresteyên nav parzûngehê kontrolkirina wê zehmet bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst