Pentagon: Bi Pêşmerge re pêwendiyeke me ya demdirêj heye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Patrick Ryder diyar kir, Amerîka peywendiyeke demdirêj li gel hêzên Pêşmerge heye û ji bo bihêzkirina pêwendiyên her du hêzan kar dike.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder, li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya derbarê hevahengiya di navbera Wezareta Parastinê yê Amerîkayê û hêzên Pêşmergeyan de û nirxandina Pentagonê ya derbarê reformên di Wezareta Pêşmerge de got, “Pêwendiyeke me ya demdirêj li gel Pêşmerge heye ku vedigere çend salan.”

Berpirsên bilind ên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan civiyan.

Civîna Komîteya Birêveber a Cîbicîkar ya ji bo pirsa Pêşmergeyan, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de pêşketinên di pêvajoya reformên hêzên Pêşmerge de hatine nirxandin ku di çarçoveya yadaştnameya hevtêgihiştina di navbera Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Wezareta Karûbarên Pêşmergeyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Îlona 2022yan hatibû nûkirin.

Li gorî daxuyaniyê, komîteyê pêşketinên di warê çaksaziya Hêzên Pêşmerge de pêşkêş kirin.

Herwiha aliyan li ser xalên sereke yên sala bê ku di çarçoveya pabendbûna demdirêj de ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge di nava Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistanê de û avakirina hêzeke pispor ku karibe têkşikandina DAIŞê bi temamî misoger bike li hev kir.