HPGyê nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Nasnameya Gerîlayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye nasnameya 5 gerilayên ku canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku 5 gerîlayan Çiriya Paşîn û Kanûna Pêşîna 2023yan li herêma Metînayê ya Başûrê Kurdistanê, di encama bikaranîna çekên kîmyewî de canê xwe ji dest daye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku nasnameyên van gerîlayan bi vî rengî ne:

- Suzan Duman bi nasnavê Berçem Umut, li Colemêrgê ji dayîk bûye

- Orhan Yakut bi nasnavê Rustem Arpêt, li navçeya Westanê ya Wanê ji dayîk bûye

- Bedran Gokdemîr bi nasnavê Şahîn Nûda, li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji dayîk bûye

- Salih Tewfîq bi nasnava Ciwan Minbic, li Minbicê ji dayîk bûye

- Dîlan Tunç bi nasnava Jiyan Timoqî, li Êlihê ji dayîk bûye

Herwiha HPGyê da zanîn ku Suzan Duman û Orhan Yakut di 2014an de, Bedran Gokdemîr û Dîlan Tunç di 2015an de û Salih Tewfîq jî ku Erebê Minbicê ye di 2016an de tevlî refên gerîlayan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst