Li Amedê agir bi xanî ket: Pitikek mir, yek birîndar e

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Agir Gêl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gêlê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanên agir bi xaniyekî ket.

Di şewatê de pitikekî 18 mehî canê xwe ji dest da û pitikekî 40 rojî jî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan li gundê Basrafê yê girêdayî navçeya Gêlê ya Amedê ji ber sobeya êzingan agir bi malekê ket.

Di bûyerê de zarokê 18 mehî Yusuf Çîçek canê xwe ji dest da û pitikekî 40 rojî jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan pitikê birîndar rakir nexweşxaneyê.

Tîmên tenduristiyê termê zarokê ku canê xwe ji dest daye jî ji bo karûbarên otopsiyê bir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst