KERKÛK- Droneke bombebarkirî ket xwarê

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Dron Pirdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê droneke bombebarkirî ket xwarê.

Çavekaniyeke polîsên Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand ku piştî nîvro li nêzikî gundê Bîbaniyê yê Pirdê droneke bombebarkirî ketiye xwarê.

Li gorî şahidan, “li asmanan agir bi dronê ketiyê û piştre ketiye xwarê lê ti ziyanek çênebûye.”

Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku ji milîsên Şîe pêk tê, ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve li Îraq û Herêma Kurdistanê 66 caran êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Herwiha Berxwedana Îslamî ya Îraqê ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 98 caran êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Li aliyê din Berxwedana Îslamî 28ê Kanûna Paşîna 2024an li sînorê Sûriye-Urdunê êrişî baregeha Tower 22yê ya hêzên Amerîkayê kiribû.

Di êrişa dronî de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest dabû û 25 jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst