RIHA – Bavekî kurê xwe yê 30 salî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karakopruyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî kesekî kurê xwe yê 30 salî kuşt.

Li gorî zanyariyan li Apartmana Ozgurê ya taxa Karşiyakayê, şeva borî di navbera A.B. û kurê wî Î.H.B. yê 30 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de A.B. bi demançeyê gule li kurê xwe reşandin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku Î.H.B. li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Tîman cenazeyê Î.H.B. ji bo karên otopsiyê bir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.

A.B. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.