Kampa Dareşekranê: Penaberên Rojavayê Kurdistanê rojên xwe bê elektrîk derbas dikin

30-01-2023
Helebja Sadon
Kampa Dareşekran: Penaberên Rojavayê Kurdistanê rojên xwe bê elektrîk derbas dikin
Kampa Dareşekran: Penaberên Rojavayê Kurdistanê rojên xwe bê elektrîk derbas dikin
Nîşan Kampa Dareşekranê Penaberên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Dareşekran a Hewlêrê ku penaberên Rojavayê Kurdistanê lê dimînin elektrîk gelekî kêm bûye. Elektrîka nîştimanî ji demjimêr 1ê şev heta 7ê sibehê ye. Nêzîkî 800 malbatên di nava kampa Dareşekran de û ji ber xirabiya rewşa aborî nikarin elektrîka jeneratoran bikşînin lewma rojên xwe bêelektrîk derbas dikin.

Tenê 4 roj in Îshaq hatiye jiyanê lê ji ber nebûna elektrîkê heta niha bi başî hest bi germiyê nekiriye. 2 meh in ev malbat rojên xwe di tariyê de derbas dikin. 2 meh in elektrîka nîştimanî tenê bi şevan heye lê ji ber xirabiya rewşa vê malbatê ya aborî, elektrîka wan a jeneratorê jî tune ye. Zarok jî bi cilûbergan xwe germ dikin, bêyî ku tu germahiyekê di mala xwe de bibînin.

Penabera ji Rojavayê Kurdistanê Nesrîn Mihemed got, “Elektrîk tune ye ku em xwe li ber germ bikin, gaz jî tune ye.”

Helala Şêxo li ser nebûna elektrîkê anî ziman, “Em li ber mûman in û her 7-8 rojan carekê em cilan dişon û em di tariyê de ne, bêelektrîk in. Elektrîka me tune ye.”

Ji bilî vê malbatê û li gor Encûmena Kampa Dareşekranê nêzîkî 800 malbatên din jî hene bê jenerator in û heman rewşê dijîn.

Li Kampa Dareşekranê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê 27 bordên elektrîkê hene, her malbatek 10 amperan dibe. Berê elektrîka nîştimanî ji demjimêr 4ê piştî nîvro heta 1ê şev hebû lê niha ji 1ê şev heta 7ê sibehê ye û carinan ew jî nîne.

Nebûna elektrîka nîştimanî di nava rojê de bandor li ser karê şêniyên kampê jî kiriye. 8 sal in Mam  Hekîm karê wênegirtin û kopîkirina belgeyan dike, berî niha rojane 20 heta 25 hezar dînaran kar dikir lê niha roja wî nagihêje 5 hezar dînaran.

Dukandar Hekîm Hisên anî ziman, “Gelek însan hene ji wan nayê ku jeneratoran daynin, 3 ampêr bi 45-50 hezaran e.

Li gor Rêveberiya Kampa Dareşekranê niha nêzîkî 35 bigur ango muhewîle li derdora Kampa Dareşekranê hene û elektrîka xwe ji kampê dibin, lewma fişar dikeve ser elektrîka di nava kampê de.

Elektrîka Kampa Dareşekranê ser bi elektrîka Pîrmamê ve ye. Li gor Rêveberê Elektrîka Pîrmamê, agahiyan wan li ser vê kêşeyê heye.

Rêveberê Elektrîka Pîrmamê Serdar Mela Xefar Herîrî got, “Fişareke gelekî mezin li ser Kampa Dareşekranê heye ji ber hebûna hejmareke bîr û gundan li ser eleketrîka kampê, ji aliyê xwe ve me Wezareta Elektrîkê agahdar kiriye û em li benda bersivekê ne.”

Di nava kampê de, êdî her kombûnekê de behs behsa elektrîkê ye. Di gelek malan de jî êdî tenê mûm têne dîtin û li ber ronahiya wan çîrok û êşên niha têne jiber kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst