Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 877 rêyên girtî hatin vekirin

30-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û ji 1028 rêyên girtî 877 rêyên gund û gundikan hatine vekirin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê doh roja Yekşemê li parêzgehê rêya 345 gund û gundikan ji ber berfê hatibû girtin û di encama kar û xebata tîmên rûbirûbpna berfê de rêya 297 gundan hatiye vekirin û ji bo vekirina rêyên 48 gundan jî kar û xebat berdewam in.

Li parêzgeha Colemêrgê jî du roj in berf dibare û ji 176 rêyên girtî yên gund û gundikan 137 ji wan hatine vekirin û bo vekirina rêya 6 gund û 33 gundikan jî tîmên girêdayî şaredariya bajêr li ser kar û xebatên xwe berdewam in.

Herwiha li parêzgeha Bedlîsê rêya 234 gundan û li Mûşê jî rêya 209 gund û gundikan hatine vekirin û li ser 16 rêyên girtî jî kar tê kirin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê ev sê roj in barîna berfê berdewam e û li parêzgehên wek Bedlîs, Mûş, Colemêrg û Wanê rêya nêzîka 1028 gund û gundikan hatibû girtin û ji bo vekirina rêyan kar û xebat berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst