Li Kerkûkê dronek li ser banê malekê ket

Hewlêr (Rûdaw) – Li Komelgeha Rewan City ya li sînorê Sêkaniyan a parêzgeha Kerkûkê, droneke biçûk li ser banê malekê ket, lê ti zirar çê nebûn.

Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyekî ewlehiyê ve bi dest Rûdawê ketine, şeva bihorî li parêzgeha Kerkûkê droneke biçûk li ser banê malekê ketiye xwarê.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Iraqê ji bûyerê hatine agahdarkirin û piştî bûyerê hejmarek ji hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.

Hêzên Iraqî herwiha ew drona biçûk jî bi xwe re birine.

Li gor çavkaniyekî din ê ewlehiyê ku nexwest navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re got, “Tê texmînkirin ku drona li ser banê malekê ketiye, navxweyî be û tenê ji bo çavdêriyê firiyabe û  ji ber pirsgirêkên teknîkî ketibe xwarê.”

Kerkûk devereke Kurdistanî ye ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye û niha kontrola îdarî-leşkerî ya wê parêzgehê di destê hikûmeta navendî ya Iraqê de ye.