Li Êlihê barîna berfê; Rêya 24 gund û mezrayan hat girtin

30-01-2023
RÛDAW
Nîşan Berf Êlih Batman Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde rêya 24 gund û mezrayan hat girtin.

Li gor agahiyên ku Rêveberiya Taybet a Êlihê belav kirine, ji ber berfa ku ev du rojin dibare rêya 24 gund û mezrayan li Êlihê hatiye girtin.

Ji gundên rêya wan hatine girtin, 21 gund ser bi navçeya Qabilcewz (Sason)ê û 3 gund jî ser bi navçeya Hezo ve ne.

Li navçeya Qabilcewz ji bakur ber bi rojhilatê bajêr ve bilindbûna berfê gihiştiye 20 santîmetreyan.

Xebatên vekirina rêyên gundan li vê parêzgehê berdewam dikin.

Ji destpêka vê heftiyê ve pêleke barîna berfê piraniya navçeyên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe û pileya hewayê jî gelek daketiye û hewa gelek sar bûye.

Barîna berfê tevî ku bûye sedema kêfxweşiya xelkê, lê belê di heman demê de bandor li jiyana welatiyan kiriye û bûye sedema zehmetiyan jî, bi taybet rêyên bi sedan gund û gundikan hatine girtin û ji bo sotemenî û germkirinê jî pirsgirêk xelk rastî pirsgirêkan hatine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst