Beşek ji xelkê Xoyê hêj çadir wernegirtine

30-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşeke ziyanpêketiyên erdheja bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê hêj çadir wernegirtine û di dema dabeşkirina çadiran de alozî di navbera xelkê û hêzên hikûmetê de derket.

Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ku ser bi parêzgeha Urmiyê ve ye û hevsînor e ligel parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Roja 18ê Çileya 2023an erdhejek bi hêza 5.9 pileyên Rîxterê çêbû.

Ziyanpêketiyên erdhejê  di rewşeke xirab de ne. Beşeke wan hêj çadir wernegirtine û malbatên wan li derve dimînin.

Welatiyên bajarê Xoyê ku malên wan bi sedema erdhejê herifîne û ziyan dîtine, daxwaza çadiran û alavên gerimkirinê û xwarinê dikin.

Duh êvarê di dema dabeşkirina çadiran de aloziyke di navbera xelkê ziyandîtî û hêzên Îranê de derket.

16 hezar û 500 xaniyan di nav bajarê Xoyê de ziyan dîtine û 70 gudnên derdora bajar jî avahiyên wan %80 ziyan dîtine û beşeke wan bi temamî herifîne, xelk hemû li derve dimîne.

Ew rewşa xirab di demekê de ye ku pileyên germê li bajarê Xoyê di demên şevê de 7 pileyên jêr sifrê de ne û niha jî 2 pile jêr sifrê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst